“HÊVA EREBO Û DILAWER EREBO DI ÊRIŞEKE TIRKIYÊ DE ŞEHÎD BÛN”

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand, endamê PYD’ê Dilawer Erebo û endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo di êrişeke balefirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di êrişeke balefirirên bêmirov ên Artêşa Tirkiyê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha komîteyê da diyarkirin, Dilawer Ebdulqadir Erebo ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 1990’î de hatiye dinê, Hêva Erebo jî ji heman bajarî ye û di 1981’ê de li gundê Delîk ê Dirbêsiyê hatiye dinê.