HPG’Ê NASNAMEYÊN 3 ENDAMÊN XWE EŞKERE KIRIN

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 3 endamên xwe yên ku li Metînayê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Welat Mîdyad, Rûjiyan Rûken û Mezra Botan li Metînayê di êrişên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê di daxuyaniyê de da diyar kirin, her sê hevalên wan di dîrokên cuda de di êrişên hêzên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên endamên HPG’ê wiha ne:
Welat Mîdyad: Navê wî yê fermî Mustafa Akpinar e û ji Edeneyê ye û 29’ê Tebaxa 2024’an li Metînayê jiyana xwe ji dest daye.
Rûjiyan Rûken: Navê wê yê fermî Elîf Keskîn e û ji Qersê ye û 11’ê Tîrmeha 2024’an li Metînayê jiyana xwe ji dest daye.
Mezra Botan: Navê wê yê fermî Şirîn Ateş e û ji Şirnexê ye û 4’ê Tîrmeha 2024’an li Metînayê jiyana xwe ji dest daye.
Di dawiya daxuyaniya xwe de HPG’ê got, “Em careke din soz didin ku li Kurdistana azad xwedî li xewn û xeyalên wan derkevin.”