SOHR’ê ragihand, di vê mehê de ji ber sedemên cuda bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û 3 ji wan jin in.
Li Sûriyê ji ber sûcên bi sedemên cuda bi dehan welatiyan di kêmtirî heftiyekê de jiyana xwe ji dest dan.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn, ji destpêka vê mehê ve, 10 kesan li Sûriyê ji ber tolên eşîrtî û sûcên kuştinê xwe ji dest dane û 3 ji wan jin in.
Li gorî riwangehê hejmara herî zêde ji sûcan li parêzgeha Idlibê bûye û sedemên wan kuştinan jî vegerand nebûna ewlehiyê û belavbûna çekan bi awayekî bêserûber.
Ji dema hilweşîna desthilata Beşar Esed ve li piraniya parêzgehên Sûriyê sûcên kuştinê hene, gelek alî dibînin sûcên birêkûpêk li dijî pêkhateya elewî tên kirin ku ew pêkhate bi alîgiriya Beşar Esed tê tawanbarkirin.