TAYBET: DAIŞ’Ê LI ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÊRIŞÊ HSD’Ê KIR

Çavkaniyeke pêbawer ji KANAL8’ê re ragihand, DAIŞ’ê li rojhilatê Sûriyê êrişê HSD’ê kiriye û endamekî HSD’ê jiyana xwe ji dest daye.
Çekdarên DAIŞ’ê yên ji çolistanê hatin, li rojhilatê Sûriyê êrîşek li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk anîn û windahiyên canî çê bûn.
Çavkniyeke pêbawer ji parêzgeha Dêrazorê ji KANAL8’ê re ragihand hejmarek ji çekdarên DAIŞ’ê yên ji çolistanê hatibûn li ser rêya gundên Ebû Xeşeb û Mihêmîd êrîşî komeke endamên HSD’ê kirin.
Li gorî çavkaniyê, di encama êrişê de endamekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû û çekdarên êrişkar dîsa ber bi çolistanê ve reviyane.
Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn, îsal DAIŞ’ê 18 êriş li navçeyên HSD’ê pêk anîne û di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.