HSD’ê derbarê şer û pêvçûnên dawî yên li herêmê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, li bakurê Sûriyê di encama êrîşên wan ên li dijî çekdarên girêdayî Tirkiye de hejmarek ji çekdaran hatine kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destnîşan kir, şerê di navbera wan û çekdarên girêdayî Tirkiye de li rojhilatê Helebê dewam dike û wan di çarçoveya bersivdayîna rewa de êrîş li dijî baregeh û kombûnên çekdaran pêk anîne.
HSD’ê got li başûrrojhilatê Minbicê wan bi droneke xwekuj êrîşî çekdaran kiriye û di encamê de du çekdar hatine kuştine û li bakurê bendava Tişrînê jî kombûneke çekdaran armanc girtine û sê çekdar birîndar bûne.
Li gorî HSD’ê wan li derdora pira Qereqozakê du êriş li dijî çekdaran pêk anîne û di encamê de 3 çekdar birîndar bûne.
Her wiha diyar kir, li gundê Xirbêt Tiwênî ya Minbicê balefirên Tirkiyê êrîşî wan kirine û di encamê de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye.
Di daxuyaniyeke din de HSD’ê diyar kir, 8 edamên wan di demên cuda de, di şerê li dijî çekdaran de li bendava Tişrînê, Hesekê, Dêra Zor û Eyn Îsayê jiyana xwe ji dest dane.