Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê gundên Girê Spî û Eyn Îsayê bombebebaran û topbaran kirin.
Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, balefirên şer ên artêşa Tirkiyê barbanga îro gundê Kopirlik ê li rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê bombebaran kir.
Li aliyekî din artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê gundên Tirwaziyê, Şerîka, Um El Beramîl û Hiwêca yên Silûkê bi obîs û çekan giran da ber topan. Di heman demê de gundên Fatisa û Sêgiro yê li rojhilatê bajarê Eyn Îsyê yê kantona Firatê hatin topbarankirin.
Derbarê encamên topbaran û bombebaranê agehî nehatine bidestxistin.