YRD’ê diyar kir Rojnamevan Azîz Koyluoglu di encama êrişa balefirên Artêşa Tirkiyê ya li Raniyayê de jiyana xwe ji dest daye.
Rojnamevanekî kurd di encama bombebarana Tirkiye de li bajarê Raniya yê girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) diyar kir, 27’ê çileyê di êrişeke Tirkiye de rojnamevan Azîz Koyluoglû jiyana xwe ji dest da.
YRD’e destnîşan kir, dê pênûsa hevrêyê wan Azîz li erdê nemîne û deng û gotina wî dê hîn xurttir bibe.
Li gorî daxuyaniya YRD Azîz bi xwe ji Diyarbekira Bakurê Kurdistanê ye û karê rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî meşandiye.
Di heman êrişa li dijî rojnamevan Azîz Koyluoglû de, endama Kordînasyona Kongreya Star Heyfa Erebo û endam PYD’ê Dilewar Erebo jî jiyana xwe ji dest dabûn.