HSD’ê amarên şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de eşkere kir û da zanîn 14 çekdar hatine kuştin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) encamên 24 demijmêran ji şerê li dijî çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiye li bakurê Sûriyê ragihand.
HSD’ê diyar kir, şerê wan û çekdaran li Dêrhafir, Pira Qereqozak û Bendava Tişrînê dewam dike û di êrîşên wan de bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
HSD’ê da zanîn, ji ber êrişên wan, 14 çekdarên girêdayî Artêşa Tirkiyê hatine kuştin û 19 yên din jî birîndar bûne, 3 ji wan leşkerên artêşa Tirkiye ne.
Her wiha HSD’ê da diyarkirin otomobîleke veguhestina çekdaran jî hatiye têk birin.
Hêzên Sûriya Demokratîk da zanîn, balefirên Tirkiye bajarokê Şêxler û gundê Tînê yên Kobanê bombebaran kiriye û di encamê de ziyanê madî gihiştine milkê welatiyan.