BERFA ZÊDE LI XARPÊTÊ RÊYA 54 GUNDAN GIRT

Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê berfeke zêde barî û rêya bi dehan gundan hate girtin.
Rêveberiya Xizmetên Rêyan û Veguhastinê ya parêzgeha Xarpêta Bakurê Kurdistanê ragihand, berf û bahoza ku pêr li bajêr dest pê kir û navber bi navber dewam dike, bandora xwe li ser parêzgeha wan didomîne.
Rêveberiyê diyar kir, ji ber berfê li navçeya Madenê rêya 24, li navçeya Sivrîceyê jî rêya 30 gundan hatiye girtin.
Şaredariya Xarpêtê jî bi rêya tîm, alav û otomobîlên xwe mijûlî vekirina rêyên gundan e.
Li aliyekî din, Rêveberiya Avûhewaya Tirkiyê hişyariya barîna baran û berfeke zêde li parêzgehên Meletî, Riha û Diyarbekira Bakurê Kurdistanê û çend bajarên Tirkiyê da.