Nûçegihana KANAL8’ê ragihand, di encama topbarana Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ya li ser gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê de 11 sivîl birîndar bûn.
Çavkaniyekî bijîşkî ji nexweşxaneya taybet a El-Amal li bajarê Kobanê ji KANAL8’ê re ragihand ku nexweşxaneyê 4 birîndar wergirtine, ji wan 2 zarok rewşa wan giran e û 7 birîndarên din jî bo dermankirinê bo nexweşxaneya Kobanê hatine veguhestin.
Li gorî şahidên ji gund, topbaran heta niha jî berdewam dike, ku bû sedema pêleke mezin a koçberkirina şêniyên gund ber bi gundên cîran û bajarê Kobanê ji bo peydakirina ewlehiyê.