RÊVEBERIYA XWESER: BÛYERÊN LI EFRÎNÊ ZELAL BIKE

Rêveberiya Xweser derbarê bûyerên li Efrînê çê pêk hatine zelalkirine ji Dîmeşqê xwest û da diyarkirin ku bûyera derbasbûn û derketina hêzên wan bo Efrînê û bûyerên girtina şêniyên Efrînê, zelal bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rêveberiya nû ya Sûriyê kir ku bûyerên li Efrînê zelal bike.
Pêncşema bihurî hêzên Ewlehiya Giştî yên girêdayî Hikûmeta nû ya Sûriyê derbasî Efrînê bû û gelek welatiyên Efrînê li pêşwaziya wan rawestiyan. Piştî çend demjimêran ew hêz ji Efrînê derket û çekdarên girêdayî Tirkiye bi dehan ji welatiyên Efrînê girtin.
Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir, ew zelalkirinekî derbarê bûyerê de ji Dîmeşqê dixwazin û fikarin xwe jî anî ziman.
Li gorî Akif, gavên wiha zehmetiyên welatiyên Efrînê zêdetir dike û destnîşan kir, girînge koçberên Efrînê vegerin warê xwe.
Li gorî çavkaniyekî piştî bûyerê çekdarên Emşatê nêzî 25 welatiyên Kurd li navçeya Mabeta girtin û piştî destwerdanê ew hatin berdan.