HSD’ê ragihand, “Di bombebaran û komkujiya Tirkan a li başûrê Kobanê de 9 sivîl şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn.”
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama êrişa Tirkiyê de li başûrê Kobanê şeva bihurî 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 jî kes birîndar bûn.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Balafirên dagirkerên Tirk saetên dawî yên şeva yekşemê li başûrê Kobanê malbateke cotkar bombebaran kir.
Hejmara şehîdên sivîl ku di encama bombebarana Tirkiyê de li navbera gundê Qumçî û Berxbotanê şehîd ketin bû 9 kes ku hemû ji heman malbatê ne.
2 kes jî ji heman malbatê birîndar bûn.”
HSD’ê di daxuyaniya xwe de navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kirin:
Ahîn Osman Ebdo
Dîjle Osman Ebdo
Dilovan Osman Ebdo
Yaser Osman Ebdo
Ezîze Osman Ebdo
Salîha Osman Ebdo
Avesta Osman Ebdo
Osman Berkel Ebdo (bav)
Xezal Osman Ebdo (dayîk)
Her wiha Ronîda Osman Ebdo û Narîn Osman Ebdo jî birîndar bûn û tîmên tenduristiyê ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.