ÇIYA KURD: RÊVEBERIYA XWESER DÊ BIBE XWEDÎ STATUYEKE TAYBET

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd ragihand, li gorî rêkeftina ku bi hikûmeta Dîmeşqê re hatiye kirin, Rêveberiya Xweser statuya xwe ya biryardayînê winda nake û dê xwedî statuyeke taybet be.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re balkişande ser rêkeftina ku di navbera Mazlûm Abdî û Ehmed Şer’i de hatibû îmzekirin û da zanîn, bi rêkeftinê re, dê destkeftiyên gelê kurd bên parastin û di rojên pêş de jî komîteyên taybet dê bi Dîmeşqê re danûstandinan bikin û bi sererastkirinên yasayan re, destkeftî dê bên mayindekirin. 

Çiya Kurd diyar kir, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dê bibe xwedî statuyeke taybet û xweseriya xwe ya biryardayînê ya niha winda nake. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hin hêzan ve rastî hewldanên reşkirina siyasî hatiye lê gotara reşkirinê bi vê peymanê re îflas kir.

Her wiha destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyeke girîng a Sûriyê ye û bêyî wê çareseriya aştiyane û demokratîk li Sûriyê pêk nayê.