CIVÎNA DI NAVBERA ŞANDEYA DEM PARTÎ Û MHP’Ê DE DEST PÊ KIR

Civîna di navbera Şandeya DEM Partî û MHP’ê li Parlamentoya Tirkiyê dest pê kir. Civîn di çarçoveya çareseriya Pirsgirêka Kurd û banga Ocalan de ye.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, dest bi serdanên partiyên siyasî kiribû. Di vê çarçoveyê de şandeya DEM Partiyê bi MHP’ê re hevdîtin dike.

Hevdîtin, li Parlamentoya Tirkiyê tê kirin. Di şandeya DEM Partiyê de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît cih digirin. 

Şandeya DEM Partiyê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin, Cîgirê Serokê Giştî yê ji Hiqûq û Karûbarên Hilbijartinê Berpirsyar Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî Îsmaîl Faruk Aksu ve hate pêşwazîkirin. 

Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar were dayin.