HSD: ARTÊŞA TIRKIYÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ VE BIN KETIYE

HSD’ê ragihand, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar her ku li qadên şer bi bin dikevin, berê êrişên xwe didin qadên sivîlan û komkujiyan dikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa herî dawî û êrişên Artêşa Tirkiyê yên li ser gundên başûrê Kobanê daxuyanî da û diyar kir, Artêşa Tirkiyê û komên çekdar nikarin li eniyên şer li hemberî hêzên HSD’ê pêşketinan pêk bînin, her timî ji bo rakirina tola binkeftina xwe, êrişî gund û bajarên sivîlan dikin.

HSD’ê da zanîn, balefirên Artêşa Tirkiyê herêma navbera gundên Qumçî û Berx Botanê yên başûrê Kobanê bombebaran kirin û komkujiyeke mezin li dijî malbatekê pêk anî û tê de 9 kesên ku heft ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. 

HSD’ê diyar kir, tevî wan du gundan balefirên Artêşa Tirkiyê gundên Xeseq û girê Sêvê yên derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Her wiha komên çekdar bi zêdetirî 80 guleyên obîs, tank, roket û hawanan gundên Tîna, Ce’dê, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Sina’a û xaçerêya Sirînê yên derdora Pira Qereqozaqê topbaran kirin û di encamê de gelek zirarên darayî gihandin sivîlan.