DEM Partiyê bertek nîşanî kuştina sivîlan li Rojavayê Kurdistanê da û da zanîn, komkujî hewldana têkbirina hêviyên aştiyê ne.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrişa doh a gundê Berxbotanê yê Kobanê ku bû sedema jiyanjidestdana 9 kesan û birîndarbûna 2 kesan, daxuyaniyek weşand.
DEM Partiyê got, “Em êrişa li derveyî mirovahiyê bi tundî şermezar dikin. Em her cûre şerekî red dikin, diyar dikin ku divê êrişkar bên cezakirin.”
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, di demekê de ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta Dîmeşqê re peyman îmze kiriye û li dijî her cûre êrişan biryareke fermî hatiye wergirtin, ev êriş ne pîşatî ye û hewldaneke bi zanebûn a ji bo zêdekirina aloziya li herêmê û têkbirina hêviyên aştiyê ye.
DEM Partiyê di daxuyaniyê de bang li desthilata Tirkiyê kir ku derbarê kuştina sivîlan daxuyaniyê bide û vê komkujiyê eşkere bike.