TAYBET; SEROKATIYA SÛRIYÊ LIJNEYEK JI BO BICIHANÎNA PEYMANA EBDÎ Û ŞERI’ PÊK ANÎ

Çavkaniyeke taybet ji KANAL8’ê re ragihand, Serokatiya Sûriyê lijneyek ji bo bicihanîna Peymana Mazlûm Abdî û Ehmed Şeri’ pêk anî.

Çavkaniyeke taybet ji Nûçegihana KANAL8’ê Evîn Şêxmûs re eşkere kir, Serokatiya Sûriyê lijneyek ji bo bicihanîna Peymana navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk-HSD’ê Mazlûm Abdî û Serokomarê Qonaxa Veguhêz a Sûriyê pêk anî.

Li gorî çavkaniya me, lijne ji 5 kesan pêk tê û biryar e Çarşema bê li Hesekê bi Mazlûm Abdî re bicivin.

Dê piştî wê civînê, lijneyên taybet ên aborî, leşkerî, û siyasî ji bo bicihanîna peymanê were pêkanîn.

10’ê Adarê, HSD û Serokatiya Sûriyê li ser van xalan peymanek îmze kir:

  • Misogerkirina mafê hemû gelê Sûriyê ji bo beşdarbûna di pêvajoya siyasî de
  • Kurd pêkhateyeke sereke ya dewleta Sûriyê ye û mafên wan ên destûrî hatine misogerkirin
  • Li seranserê Sûriyê agirbest hat ragihandin
  • Yekkirina saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dewletê re
  • Misogerkirina vegera hemû penaberên Sûrî bo deverên xwe
  • Piştgirîkirina dewleta Sûriyê di şerê komên girêdayî Esed û her metirsiyeke din de
  • Daxwazên parçebûnê, axaftinên birik û hewldana çêkirina aloziyê di nav pêkhateyan de red dikin
  • Komîte hewl didin ku hemû xalên peymanê beriya dawiya îsal bi cih bînin