OCALAN: Ê KU XWEDÎ HÊZA CIVANDINA KONGREYÊ Û BIRYARDAYÎNA XWE-FESIXKIRINÊ YE EZ IM

Rêberê PKK’ê ji zardevê Tulay Hatimogullari: Ê ku xwedî hêza civandina kongreyê û wergirtina biryara xwe-fesixkirinê ye, ez im.

Hevseroka Partiya Demorkasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari piştî civîna îro ya bi Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) re eşkere kir, di hevdîtina 27’ê Sibatê ya Îmraliyê de, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji wan re gotiye, “Ê ku xwedî hêza civandina kongreyê û wergirtina biryara xwe-fesixkirinê ye, ez im.”

PKK’ê di daxuyaniya 1’ê Adarê de derbarê banga Ocalan ev yek gotibû: Ji bo serkeftina kongreyê divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe.