Serokê Giştî yê PSKê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand, ew daxwaznekirina ti statuyekî ji gelê Kurd re red dikin û dê têkoşîan xwe ya ji bo dozê, bidomînin.
Serokê Gişti yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSKê Bayram Bozyel, li ser geşedanên dawî yên pêvajoya nû daxuyani da û ragihand, ew daxwaznekirina ti statuyekî ji bo gelê Kurd red dikin û têkoşîna gelê Kurd dê ji bo maf û statuyên xwe berdewam bikin.
"Em daxwaznekirina ti statuyekî ji bo gelê #Kurd red dikin"
— Channel 8 Kurmancî (@Ch8Kurmanci) March 17, 2025
Serokê Gişti yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan #PSK'ê Bayram Bozyel: Em ê têkoşîna gelê Kurd a statuyên xwe berdewam bikin.
🎙️ Bayram Bozyel: Em rawestandina şer erênî dibînin û divê Tirkiye gavan ji bo mercên çekdanîn û… pic.twitter.com/e3ZD0nSYQ9
Bozyel anî ziman, ew rawestandina çek û şer erênî dibînin û divê Tirkiyê ji bo şertên çekdanîn û destpêkrina pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd gavan biavêje.
Serokê Gişti yê PSKê balê kişand, divê ji bo destkeftiyên li Rojava û başûrê Kurdistanê jî yekrêzî di navbera aliyên Kurd de pêk were.