Li zanîngeha Rojava xwendekar projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş dikin
Hêriş Celal 28/05/2024
Li zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê projeyên derçûnê yên xwendekarên 7 beşan tên gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyên lijneya şopandinê, xwendekarên beşên, Mîketronîk, Petrol û Petrokîmiya, Zanistên Civakî, Hiqûq, Wêje, Zanistên Xwezayî, Mamoste û Ragihandin, 5ê Gulanê projeyên xwe yên derçûnê radest kirine.
Projeyên Xwendekaran derbarê mijarên teknolojî, civakî, siyasî û hiqûqî de bûn.
Zanîngeha Rojava sala 2016an hate avakirin û li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê nêzî 3 hezar xwendekar tê de hene û ji sala 2018an heya 2023an 750 xwendekaran zanîngeh qedandiye.
Hêriş Celal
28/05/2024