Li zanîngeha Kobaniyê 250 xwendekar derçûn

Nûrhat Hesen 02/06/2024
Wêne: Navenda Ragihandinê ya Zanîngeha Kobaniyê.
Wêne: Navenda Ragihandinê ya Zanîngeha Kobaniyê.

Li zanîngeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 250 xwendekar bi amedebûna berpirsên Rêveveriya Xweser derçûn.

Zanîngeha Kobaniyê, bi amedebûna xwendekaran û malbatên wan şahiyek lidar xist. Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê 250 xwendekar ji hemû beşên zanîngehê derçûne.

Li şahiyê Hevseroka Desteya Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd axivî û got, berxwedêariya Kobaniyê li cîhanê tevahî belav bû û xwendekar bi boneya derçûna wan pîroz kirin.

Zanîngeha Kobaniyê sala 2017’an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate vekirin û van dawiyan avahiyeke nû ji wê hatibû re avakirin.

Nûrhat Hesen

02/06/2024