Li Sûriyê û Tirkiyê tirsa qewimîna erdhejan heye

Nûrhat Hesen 21/08/2024

Piştî erdhejên 6 sibata 2023an, disa tirsa erdhejan li Sûriyê û Tirkiyê serî hildaye. Li bakurrojavayê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê berdewam erdhejok diqewimin. Erdheja herî xort 12 mehê qewimî. Li navçeyeke Hemayê bi dehan agahdarî derbarê hilweşandina avahiyan hatine dayîn.

Welatiyek ji Helebê dibêje, ji dema ku erdhejan qewimiye, bi şevê hertim cil li ber wan deye. Ev nîşan dida çiqasî welatî bi fikar û tirs dijîn.

6ê Şibata sala 2023an bi pileya 7.7 li gorî pîvana Rîxterê edrhejek dijwar li Bakurê Kurdistanê û bakurrojavayê Sûriyê qewimî. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û ziyanên madî yên herî mezin çê bûn.

Heta niha ew erdhej ji bîra welatiyan neçûye, erheja 12 vê mehê bi pileya 5.5 li Hemaya Sûriyê da û bandorên xwe gihiştin Bakurê Kurdistanê, dîsa tirsa erhejan da pêş welatiyan.

ROJNAMEYA WETEN: 35 AGAHDARÎ DERBARÊ AVAHIYÊN LI BER HERIFÎNÊ HATINE QEYÎDKIRIN

Rojnameya Weten a girêdayî hikûmetê dibêje, Li navçeya Selemiyê 35 agahdarî derbarê avahiyên li ber herifînê hatine qeyîdkirin û Meclisa bajarokê Selemiyê bersiva 29 agahdariyan dane, her wiha 30 cihên ewleji bo welatiyan hatine amedekirin.

Heta dema amedekirina raporê, dibe ku li devereke Sûriyê, Kurdistanê yan Turkiyê erdheoj rû didin.

27 ERDHEJ DI 5 ROJÊN BIHÛRÎ DE LI SÛRIYÊ ÇÊ BÛNE

Navenda Niştîmanî ya Erhejan NCM da zanîn, li Sûriyê di 5 rojên dawî de 27 erdhejok çêbûne ji wan 17 li parêzgeha Hemayê bûne.

Bi gotina Rêveberiya Kareset û Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)ê, hefteya bihurî 100 erdhejok li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine qeyîdkirine.

Heta niha hejmare ji qurbaniyên erdheja sala bihurî nehatine qerebûkirin, bi hezaran ji wan li bakurrojavayê Sûriyê neçar man di kampan de bijîn.

Ev jî di demekê de ye, ji ber pirsgirêkên darayî, alîkariyên rêxistinên navdewletî ji bo Sûriyê kêm bûye. 

Nûrhat Hesen

21/08/2024