Iraq: Hêzên Hevpeymanan di nava du salan de vedikişin
Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Ebasî ragihand, komîteya hevpar a navbera Iraq û Amerîkayê lihevkirine ku di nava du salên din de Hêzên Hevpeymanan ji Iraqê vekişin.
Piştî ku ajansa Reutersê nûçeyeyek derbarê rêkeftina Iraq û Amerîkayê derbarê vekişandina hêzên Hevpeymanan ji Iraqê weşand, Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Ebasî, di programeke televizyona Hedesê de agehiyên zêdetir derbarê mijarê eşkere kirin û ragihand, Bexda û Waşintonê lihevkirine ku erka Hêzên Hevpeymanan bi du qonaxan were bidawî kirin ku qonaxa yekemîn îsal destpê dike û 2025an dawî tê û qonaxa duyê jî sala 2026an dawî tê.
Wezîrê Berevaniya Iraqê diyar kir, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Loyd Ostin du sal ji bo vekişandina hêzên Amerîkayê bi kêm dizane û daxwaz kiriye ku saleke din bê zêdekirin, lê Bexdayê ev yek red kiriye.
Li gorî gotina Sabit Ebasî, sedema eşkerenekirina dema vekişandina Hêzên Hevpeymanan ji bo rewşa xirab a navçeyê û hilbijartinên Amerîkayê vedigere.
Wezîrê Berevaniya Iraqê destnîşan kir ku di vê derbarê de çend rojên din dê di navbera Iraq û Amerîkayê de civîn bên lidarxistin.
08/09/2024