Balefireke bêmirov malek li kampa Rostem Cûdî bombebaran kir

Kanal8 10/09/2024

Nûçegihanê Kanal8ê ragihand, balefireke bêmirov malek li kampa Rostem Cûdî li Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de çar welatî birîndar bûn.

Nûçegihanê Kanal8ê Eyûb Wertî ragihand, îro danê êvarî, 10’ê Îlona 2024’an, balefireke bêmriov li kampa Rostem Cûdî ya Mexmûrê ya girêdayî Hewlêrê malek bombebaran kir û di encamê de çar welatî birîndar bûne.

Çavkaniya tendirustî ji Nûçegihan re ragihand, di nav wan çar birîndaran de, birîna 3’êyan sivik e.

Kanal8

10/09/2024