ÎHD: Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin

Elî Zalo 14/09/2024

ÎHDê rapora xwe ya sala 2023an a derbarê mafê mirovan li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav kir û di raporê de tê gotin, herî kêm berdana 426 girtiyan bi hinceta "di rewşeke nebaş de ne" hatine astengkirin.

Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê di rapora xwe de ragihand, ji 147 girtîgehan herî kêm li dijî 23 hezar û 899 girtiyan binpêkirinên mafan mirovan hatine kirin û diyar kir, herî zêde kiryarên weke tecrîd, pêşkêşnekirina  alîkariyên tenduristiyê hatine pêkanîn û ji ber sedemên cuda jî berdana herî kêm 426 girtiyan hatiye paşxistin.

Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê Umît Bîçer jî diyar kir, lijneyên girtîgehan ku pêşî li berdana girtiyan digirin, xwe dixin cihê dadgehê û got: "Lijneya ku divê balê bikişîne ser parastina hebûnên madî û manewî yên girtiyan,ne ku zêdetir li pêşiya wan astengiyan derbixin."

Umît Bîçer  destnîşan kir ku hin girtiyên ku rê li ber berdana wan tê girtin di lîsteya girtiyên nexweş de cih digirin û got, "Dema ku rewşa tendirustiyê xerab be , divê ev lijne nekeve dewrê û tu berpirsyariyê negire ser xwe. Ger kesek li girtîgehê tendirustiya xwe winda bike, divê ev yek bi lez bê nirxandin û tedbîr bên girtin."

Elî Zalo

14/09/2024