Bayraktar: Em dê berhema gaza xwe ya xwezayî zêde bikin

Kanal8 15/09/2024

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwazayî yê Tirkiyê ragihand, plana wan heye berhema gaza xwe ya xwezayî duqatan zêde bikin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwazayî yê Tirkiyê Alparselan Bayraktar diyar kir, dawiya heftiya bê dê ji bo danîna stasyoneke nû kar bikin ku berhema gaza xwezayî li zeviyên berhemanîna gaza Sakariyayê li Deryaya Reş du qatan zêde dike. 

Bayraktar da zanîn, du milyon û 600 hezar cihên nêştecêbûnê dê ji gaza xwezayî ya Sakaryayê sûdmend bibin.

Kanal8

15/09/2024