Partiya DEMê: Pêdiviya herî lezgîn ji bo qeyranan aştî ye
Partiya DEMê ragihand, ew nîqaşên derbarê çareseriya pirsa kurd ku di encama daxuyaniyên Serokê MHPê Dewlet Baxçelî dest pê kirin, girîng dibînin û got, “Pêdiviya herî lezgîn ji bo çareserkirina qeyranan aştiye.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Partiya DEMê, encama civîna Meclîsa Partiya xwe ya derbarê pêvajoya çareseriyê eşkere kir.
Partiya DEMê da zanîn, “Nîqaşên ku bi daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî yên di demsala nû ya yasadanînê ya parlementoyê de dest pê kirin, ji aliyê partiya me û raya giştî ve ji nêz ve tê şopandin. Em van gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî bi taybetî jî bo pirsgirêka Kurd li ser esasê gotûbêj û diyalogê girîng dibînin.
Partiya DEMê bang li desthilatdariyê kir ku vê derfetê weke amûrek ji bo armancên xwe bikar neyîne û di çareseriya pirsgirêkan de semîmî be.
Partiya DEMê destnîşan kir ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Ebdulla Ocalan gaveke herî girîng ji bo çareseriyê ye.
27/10/2024