Qeyûm tayînî Şaredariyên Êlih û Xelfetiyê jî hate kirin
Kanal8 04/11/2024
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatiye kirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.
Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.
Kanal8
04/11/2024