Ehmed Tirk: Kurd dizanin kîjan proje demokratîk e 

Kanal8 06/11/2024

Hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Tirk da zanîn, Kurd dizanin kîjan proje demokratîk e û kes êdî nikare kurdan bixapîne. 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk ê qeyûm li cihê wî hate danîn, di hevpeyvînekê de bi kanala T24ê de, bersiva axaftina Serokê Partiya Tevgera Neteweperest MHPê Dewlet Baxçelî da û diyar kir, hemû tekoşîna wan ji bo jiholêrakirina êş û nexweşiyên Tirkiyê ye û got, “Me hertim gotiye ku em ji bo diyalogê amade ne. Kurd îro gelekî polîtîk e û dizane çi dixwaze û çi dike.” 

Ehmed Turk destnîşan kir ku bi têgihiştina desthilatê jîngeha çareserî û baweriyê çênabe. Raste destê xwe dirêj kirin û hemû kurdan ew dest bi nirx dît. Lê di roja duyemîn de qeyûm hate danîn û gelo niha kî dê ji wî destî bawer bike. 

Di demekî de ku civaka Tirkiyê li benda destpêkirina pêvajoya çareseriyê bû, lê çend roj berê, bi destûra Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetiyê ya Ruhayê hate danîn û Hevşaredar ji erka xwe hatin dûrxistin. 

Kanal8

06/11/2024