Bavê Rojîn Kabaîşê: Lava dikim alîkariya me bikin
Nîzamettîn Kabaîşê bavê Rojîn Kabaîş a ku 18 roj piştî windabûna wê termê wê hat dîtin, hat Dadgeha Amedê. Kabaîş got, "Em dixwazin xwedî li Rojînê jî were derketin.”
Nîzamettîn Kabaîş ê bavê xwendekara zanîngehê Rojîn a 21 salî ku termê wê piştî 18 rojan hate dîtin, hat Dadgeha Amedê ku daniştina duyem a Narîn Gûranê lê dihat dîtin û daxuyanî da.
Kabaîş da diyar kirin ku bila xwedî li Rojînê jî were derketin û wiha got: "Ez cara dawî hatim lê min tu feyde nedît. Kesî çavên xwe venekir û li min nenihêrî. Min ji gelek kesan lava û tika kir da ku li Rojînê jî xwedî derkevin.
Her wiha bavî Rojînê da diyar kirin, derbarê windabûna keça wî de ti kesî alikariya wan nekiriye û ew hina jî nizanin sedemê mirina Rojînê çi ye. Ji bo alîkariyê wiha bangî hemû aliyan kir: Em di bin lingan de ne. Piştgiriya me bikin. Çi hat serê Rojînê? Alîkariya min bikin, piştgirî bidin min. Lê carek din kesî nepirsî. Ez dîsa hatim."
26/12/2024