Qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin
Polîsan Şaredariya Sêrtê dorpêç kir û ji hevserokên şaredariyê re got ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin.
Dadgeha 5’emîn a Cezayê Giran a Amedê, doh bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaşê birî.
Sofya Alagaş li Dadgeha 5’emîn a Cezayê Giran a Amedê ji ber xebatên rojnamevaniyê dihat darizandin.
Her wiha Navenda Çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) li ser bûyerê daxuyanî da û da zanîn, îro di demjimêrên serê sibê de Şaredariya Sêrtê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatiye dorpêçkirin û qeyûm lê hatiye tayînkirin.
Partiya DEM’ê da diyarkirin ku, ji hilbijartinên 31’ê Adar’ê vir ve qeyûm tayînî şaredariyên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Bahçesaray û herî dawî jî Sêrtê ve 8 şaredariyan hatin kirin.
Di heman demê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî daxuyanî da û da diyarkirin ku Sofya Alagaş ji ber "endamtiya rêkxistinê" ji kar hatiye dur xistin û qeyêm li cihê wê hat tayînkirin.
Hert wîha wezaretê da zanîn ku Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hatiye tayîn kirin.
29/01/2025