TUNCER BAKIRHAN: ABDULLAH OCALAN DÊ BANGEKE DÎROKÎ BIKE
Hevserokê Giştî yê Partiya DEM'ê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê axivî û da diyarkirin dê Ocalan di demeke nêzîk de bangeke dîrokî bike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (Partiya DEM) di civîna koma partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî û polîtikayên qeyûman rexne kir û got, "Tayînkirina qeyûman dijminatiya li hember Kurdan e. Divê desthilata niha ya Tirkiyê rêz li hebûna Kurdan û îradeya wan a siyasî bigre. "
Di berdewamiya axaftina xwe de Bakirhan gotinên xwe bi Kurdî berdewam kir û ji bo polîtîkayên qeyûm wiha got, "Xezaba wan kezeba me nikare."
Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyê jî wiha pê de çû: Muxalefet û civak piştgiriya çareseriyê dikin. Divê ev derfeta dîrokî ji dest neçe. Zimanekî jehrî dikare vê pêvajoya dîrokî bi paş ve bibe. Em li çareseriya Pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasî û hiqûqê digerin.
Bakirhan ji bo banga Ocalan jî got, "Birêz Ocalan ji bo çareseriya bingehîn û mayînde ya Pirsgirêka Kurd û ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk, di rojên pêş de amadekariyê dike ku bangeke dîrokî bike. Di demeke kurt de dê vê banga dîrokî bike. Em vê bangê girîng dibînin, piştgirî didin û li pişt wê ne. Em bang li desthilatê dikin ku bila rola xwe li gorî vê banga dîrokî bilîze."
04/02/2025