MURAT KARAYILAN: JI BO PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ DIVÊ RÊBER APO AZAD BE

Kanal8 07/02/2025

Endamê Komîteya Rêveber PKK'ê Murat Karayilan di hevpeyvîn xwe de behsa mijarên di rojevê de û peyamên Abdullah Ocalan kir û da zanîn bi bangekî çek nayên berdan û divê Ocalan azad be.
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan di bernameya Stêrk TV'ê de behsa peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir.
Karayilan diyar kir ku helwesta desthilata Tirkiyê ya li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd ne zelal e û wiha got, "Helwesta hikûmetê di vê mijarê de ne zelal e. Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan çend caran axivî û got, 'Em piştgiriyê didin gotnên Bahçelî' lê di pratîkê de berovajiyê wê dike."
Murat Karayilan li ser bangên desthilata Tirkiyê yên ji bo danîna çekan wiha pê de çû: Ev ne pirsgirêka me ye, pirsgirêka wan e. Divê ew kesên ku vê bangê dikin û dibêjin 'bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive' ji bo bi pêşketina pêvajoyê bixebitin. Eşkere ye ku Devlet Bahçelî ev banga ji ber xwe nekiriye. Li pişt wî dewlet, herî kêm beşek ji dewletê heye. Eger ew îro li gorî bangên xwe tevbigerin belkî pêvajo berdewam bike. Eger ne wiha be, tiştek pêş nakeve.
Di berdewamiya axaftinên xwe de Karayilan da zanîn ku kiryarên desthilata Tirkiyê ne ji bo aşitiyê ne û wiha berdewam kir: Tiştên ku hikûmeta AKP'ê niha dike ne ji bo aştiyê, ji bo şer in. Berî her tiştî divê ziman bê guhertin. Civaka Kurd heta niha gelek caran hatiye xapandin. Gelê me baweriya xwe bi siyaseta dewleta Tirk nayne. Berî her tiştî divê bawerî were avakirin û gavên ji bo afirandina baweriyê werin avêtin. Heta ev ziman, ev kiryar û ev hewl neyên guhertin, ti pêvajo bi pêş nakeve.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê behsa axaftinên berpirsên AKP'ê jî kir û wiha domand: Rayedarên AKP'ê, herî dawî Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk jî axivî û dibêje 'bila Ocalan banga danîna çekan bike.' Em bibêjin ku Ocalan bang kir. Baş e, ma bi tenê bangekê ev kar diqede? Em tevgereke bi dehan hezar çekdar in. Ev hêz ne wisa ye ku ji bo pereyan hatibe û dema meaşê wan were birîn û bê gotin 'here malê' dê vê yekê bike. Ev hêzeke îdeolojîk e; civakeke mirovên bawermend e. Fedayî ne, heta ku ew kesê ku ev îdeolojî afirandiye, Rêber Apo bi xwe bi wan re nekeve pêwendiyê, bi van hevalên re neaxive, bi tenê bi bangeke vîdeoyî tiştekî nabe. Heta rêberiya me bi vê hêzê re her tim neaxive, dê çawa wan ji bo danîna çekan qanih bike!
Karayilan ji bo çekdanînê diyar kir, divê PKK kongreya xwe bicivîne û biryarekê bistîne û ev yek jî tenê bi midaxaleya Ocalan mumkun e. Ji bo kongreya PKK'ê jî wiha anî ziman: Ji bo çekdanînê divê biryar were dayîn. Wekî nimûne divê biryara kongreyê hebe. Divê kongreya PKK'ê bicive û biryareke wiha bistîne. Ev hemû kar kî dikare bike? Rêber Apo dikare bike. Rêber Apo dikare bangî kongreyê bike; dema kongre bicive Ocalan dikare tê de biaxive. Eger bi fizîkî li wir nebe jî dikare gelek caran peyamên xwe bişîne. Ev ne mijareke asayî ye. Hevalên me û fedayiyên vê tevgerê heta ku Rêber Apo azad nebe, nayên îqnakirin ku dev ji çekan berdin. Niha gelek kes behsa tecrîdê dikin û dibêjin 'bila tecrîd were rakirin'. Êdî rakirina tecrîdê ne çareserî ye. Divê Rêber Apo azad bibe. Êdî ev dem hatiye. Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve divê azad bibe. Ji bilî Ocalan ti kes ji me nikare vî karî bike, yanî kongreyê bicivîne ji bo çekdanînê, hemû hevalên me îqna bike û razîbûna wan bistîne. Pêşî divê agirbestek hebe. Heta ku agirbest nebe em çawa dikarin çekdanînê bixin rojevê. Her roj çek tên bikaranîn û em bi çekan xwe diparêzin. Em ne aşiqê çekan in; em aşiqê azadî, demokrasî û jiyana wekhev in. Em ji bo van canê xwe didin. Eger ev pêk werin, bê guman êdî wateya çekan namîne.
Karayilan li ser îdiayên hebûna PKK'ê ya li Rojavayê Kurdistanê wiha got, "Tenê nabêjin 'li Rojava PKK heye dibêje, 'Li Rojava desthilatdariya PKK'ê heye û ez dê wê tune bikim.' Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyê ye. Wekî mînak, HTŞ niha ji aliyê hinek dewletan û Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya terorê de ye. Em wekî PKK'ê li Rojava nînin. Li Rojava ti têkiliyên me yên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinê re nînin. Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAIŞê êriş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şingalê û bêguman Kobanî û Rojavayê lê em vegeriyan."

Kanal8

07/02/2025