DI MEHA SIBATÊ DE LI TIRKIYÊ 16 JIN HATIN KUŞTIN

Kanal8 03/03/2025

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin daneyên kuştina jinan a Sibata 2025’an eşkere kir. Li gorî rapora platformê, di meha sibatê de 16 jin hatine kuştin û mirina 21 jinan jî bi guman e.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin daneyên meha Sibatê eşkere kirin û da zanîn 16 jin hatine kuştin û ji 16 jinên ku hatine kuştin 3 ji wan bi hincetên weka hevberdanê, lihevnekirin, nezewicîn û nehiştina têkiliyan hatin kuştin.

Her wiha jinek jî  bi hinceta ku behsa bêkariya kurê xwe kiriye hatiye kuştin.

Li gorî platformê, ji 16 jinên di meha Sibatê de hatine kuştin 4 jin ji aliyê hevserên xwe, 4 ji aliyê hevserên xwe yên berê, 3 ji aliyê kurên xwe û 2 jî ji aliyê zilamên ku berê pê re bûn ve hatine kuştin.

Ji jinên mayî jinek ji aliyê zilamê ku pê re ye ve, jineke din jî ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin. Di meha sibatê de hejmara jinên ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin herî kêm yek kes bû.

Platformê da zanîn, ji sedî 25ê jinên di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane ji aliyê hevserên xwe ve hatine kuştin. Ji van jinan 11 li malên xwe, 2 li kolanan, 1 li cihê talde, 1 li cihê kar û 1 jî li ber dibistanê hatine kuştin. Ji sedî 69ê jinên di vê mehê de hatin kuştin li malên xwe mirin.

Di raporê de hat ragihandin ku ji jinên di meha sibatê de hatine qetilkirin 9 jin bi çekan, 5 bi amûrên birîn û 2 jî bi xeniqandinê hatine kuştin.

Li gorî daneyên platformê, di nava salekê de di navbera 1'ê Adara 2024 heya 1'ê Adara 2025'an de 239 jin ji aliyê endamên mêr ên malbatê ve hatine kuştin. Ji van jinan 154 jin ji aliyê zilamên ku pê re zewicîn, 26 ji aliyê bavê xwe, 22 ji aliyê kurên xwe, 27 ji aliyê xizmên xwe yên mêr û 10 jî ji aliyê birayên xwe ve hatine kuştin.

Kanal8

03/03/2025