GULER: PKK DIVÊ DEMILDEST ÇEKAN DEYNE

Kanal8 15/03/2025

Yaşar Guler ji bo cara duyem piştî Banga Ocalan, bang li PKK'ê tavilê û bêşert çekan deyne. Her wiha got, "Nabe rê were dayîn pêvajo bê sabotekirin."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler tevlî bernameya salvegera 110emîn a "Roja Bibîranîna Şehîdên 18ê Adarê û Serkeftina Hêza Deryayî ya Çanakkaleyê" ya ku li Medyana Çandê ya Ataturk a Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê hat lidarxistin, bû.

Guler di merasîmê de got, "PKKya rêxistina terorê û hemî dûvelankên wê yên li erdnîgariyên cuda, demildest divê biryara xwehilweşandinê bidin, û bê şert û merc çekên xwe radest bikin."

Derbarê agirbesta ku PKK'ê yekalî ragihandiye, Guler diyar kir, divê mijarên weke agirbestê ku di metnê de derbas dibe, neynin rojevê. Tiştekî wisa bi ti awayan çênabe. "Armanca me ya dawîn bi temamî jiholêrakirina rêxistinên terorê ye."

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê wiha dawî li gotina xwe anî û dîsa got, "Dê rê neyê dayîn pêvajo bê sabote û sûîstîmalkirin ango bê dirêjkiirn, dê nêzîkatiyeke bi tedbîr û rasyonel esas bê girtin."

Kanal8

15/03/2025