HOZAT: BÊYÎ BINGEHA QANÛNÎ PÊVAJO BI RÊ VE NAÇE

Kanal8 25/03/2025

Hevseroka Konseya Rêveber KCK'ê Besê Hozat  ragihand, hikûmeta Tirkiyê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtine û got, bêyî Ocalan Kongreya PKK’ê nayê lidarxistin.

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanû (KCK) Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan nirxand.

Besê Hozat got, pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKK'ê, avakirina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk e û heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekê berde, nikare xwe hilweşîne. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, komareke demokratîk û Tirkiyeyeka demokratîk a li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, 50 sal in bênavber têdikoşe. 26 sal in jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de vê têkoşînê dimeşîne. Herî dawî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya bi rêya hiqûqî û siyaseta demokratîk îradeyeke gelekî xurt nîşan da û bang kir. 

Derbarê li darxstina kongreya PKKê û çekdanînê, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, heta ku Ocalan yekser nekeve dewrê, kongire bi rêve naçe û gerîla dest ji çekên xwe bernadin.

Kanal8

25/03/2025