BERPIRSÊN IRAQ’Ê: KOMÊN ÎRAN PIŞTGIRIYA WAN DIKE AMADE NE ÇEK BERDIN
Berpirsên Iraqê ragihandin ku komên ku Îran piştgiriya wan dike ji bo ku bi Amerîka re pev neçin, amade ne çek berdin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, demeke gefan li Îran û komên girêdayî wê dixwe. Gelek komên girêdayî Îranê di nav sinorê Iraqê de ne.
Danûstandinên di navbera Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û komên wekî Ketîb Hizbullah, Nuceba, Ketayîb Seyîd Şuheda û Ensarullah Ewfiya derbasî qonaxeke nû bûn. Hat ragihandin ku ev biryar piştî ku rayedarên Amerîkayê yên li Bexdayê hişyarî dan ku eger çek bernedin wê êrîşên hewayî pêk bînin.
Fermandarekî Hizbullaha Katayîb ji Ajansa Reutersê re wiha got, "Trump amade ye ku şerê bi me re gur bike û em dixwazin ji senaryoyeke wiha dûr bikevin."
Ev komên ku li Iraqê bi qasî 50 hezar şervan fermandariyê dikin, ji 18 meh beriya destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve gelek êriş birin ser cihên Amerîka û Îsraîlê. Di demên dawî de hin koman ji bo pêşî li êrişên gengaz ên hewayî bigirin, navendên xwe vala kirin û hêzên xwe yên li herêmên weke Mûsil û Enbarê kêm kirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth herî dawî bang li Sûdanî kir ku êrîşên bersivdayînê yên milîsan ên li ser baregehên Îsraîl û Amerîkayê bi dawî bike. Şêwirmendê berê yê Sûdanî, Îbrahîm Sumaidiye bal kişand ser xeteriya li ser Iraqê û wiha got, "Eger em bi dilxwazî serî netewînin, dibe ku em neçar bimînin ku ji derve û bi darê zorê serî bitewînin."
07/04/2025