LI GUNDEKÎ EFRÎNÊ MALÊN 5 HEVWELATIYAN HATIN TALANKIRIN
Nûrhat Hesen 19/04/2025
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê malbatên çekdarên girêdayî Tirkiyê malên welatiyên sivîl talan dikin.
Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn - Sûriyê da zanîn, malên Şukrî Ebdûllah, Ehmed Mûse, Cemîl Dawûd, Mihemed Mûse û Mistefa Hesik li gundê Gawenda yê navçeya Reco ji aliyê malbatên çekdaran ve hatin talankirin.
Li gorî agehiyên KANAL8’ê ji Efrînê bi dest xistine, malbatên çekdaran dizanin dê ji Efrînê werin derxistin, ji ber wê malên welatiyan didizin û Ewlehiya Giştî ya girêdayî Dîmeşqê jî nikare wan zeft bike.
Nûrhat Hesen
19/04/2025