LI ARJANTÎNÊ ERDHEJEKE BI HÊZA 7.4 PILEYÎ ÇÊBÛ

Kanal8 02/05/2025

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku li başûrê Arjantînê erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî çêbû. Piştî erdhejê li welêt hişyariya tsûnamiyê hat dayîn.

Li başûrê Arjantînê erdhejeke bi hêza 7.4 pileyî çêbû. Piştî erdheja bi pileya 7.4, li heman herêmê erdhejeke din a bi pileya 7.1 çêbû.

Piştî erdheja ku 219 kîlometre dûrî bajarê Ushuaia û di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbû, hişyariya tsûnamiyê hat dayîn. Di hişyariyê de hat xwestin ku ji beravê dûr bikevin û berê xwe bidin cihên bilindtir.

Hate diyarkirin ku erdhej li welatê cîranê Arjantînê, Şîliyê jî hatiye hîskirin.

Kanal8

02/05/2025