MALBATÊN ÇEKDARAN MALÊN KURDAN VALA NAKIN
Kanal8 12/05/2025
Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê tevî Hêzên Ewlehiya Giştî yên girêdayî Dîmeşqê dosyeya ewlehiyê wergirtine, lê dizî zêde bûye û welatî dibêjin Dîmeşq nikare rewşê kontrol bike.
Welatiyekî ji Efrînê ji KANAL8’ê re ragihand, heta niha malbatên çekdaran di gelek malên welatiyên Efrînê de ne û dema xwdiyên malan daxwaza mala xwe dikin ew çekdar dibêjin ew mala wane û jê dernakevin.
Li gorî gotinên wî welatî, gelek caran mijar digihe gefxwarinê ku ew malbat pişta xwe bi çekdaran xort dikin.
Di heman demê de Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrîn – Sûriyê destnîşan kir, malbatên çekdaran û çekdar bixwe jî diziyê dikin û li gundên Qasim, Tilif, Zerka, Kêla, Hesen Kilkawî û Hecîka dizî hatiye kirin û sivîlan ziyan dîtiye.
Kanal8
12/05/2025