MARCO ROBIO LI TIRKIYÊ YE

Kanal8 15/05/2025

Îro li bajarê Antalyayê civîna sêalî ya navbera Wezîrên Derve yên Amerîka, Tirkiye û Sûriyê tê lidarxistin.

Di hevdîtinekê de bi kanala TRT Haber re, Wezîrê Derveyê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand, îro pêncşemiyê li bajarê Antaliyayê dê bi Wezîrê Derveyê Amerîka Marko Rubio û Wezîrê Derveyê Sûriyê Esed Şeybanî re bicive.

Derbarê biryara Serokê Amerîka Donald Trump a rakirina cezayên li ser Sûriyê, Fîdan diyar kir, Tirkiye li gorî projeyeka giştgîr, bi doseya Sûriyê re dixwebite û got, divê rola hemû welatên navçeyê û yên Ewropa û Amerîka ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê hebe.

Wezîrê Derveyê Tirkiyê dazanîn, Siûdiye di vê çarçoveyê de rolek beçav dilîze û Enqere jî bi wî welatî re di hevahengiyê de ye.

Fîdan tekezî li ser rakirina cezayên li ser Sûriyê kir û got, ew gav ji bo vegera koçberên wî welatî û xurtkirina abora wê pir girîng e.

Kanal8

15/05/2025