HOZAT: ÇEKDANÎN BI AZADIYA OCALAN RE PÊKAN E

Kanal8 27/05/2025

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand, tenê Ocalan dikare çekê ji destê şervanan bistîne û ev yek jî tenê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan re pêkan e.

Besê Hozat tevlî bernameyeke taybet a televizyona Medya Haberê bû û behsa pêvajoya çareseriyê û qonaxa ku pêvajo tê re derbas dibe kir.

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat diyar kir, piştî kongreya 12'emîn a PKK’ê diviyabû desthilatê di vê mijarê de gavên cidî biavêta. Ji azadiya fîzîkî ya Ocalan heta naskirina mafê siyaseta demokratîk, sererastkirina destûra bingehîn divê gav bihatina avêtin, lê li şûna wê nîqaşeke ne di cih de ya çekdanînê belav bûye. 

Hevseroka KCK’ê da zanîn, ew bi zelalî û şênberî dibêjin; tenê Abdullah Ocalan dikare çekê ji destê şervanan bistîne. Ev yek jî tenê bi azadiya Ocalan dibe. 

Her wiha got, ew ne berxên ber kêrê ne û divê rê were dayîn, dema çekdanîn kete meriyetê, her kes biçe nav civakê û xebata xwe ya civaka demokratîk bike û neyê girtin.

Piştî ragihandina encama kongreya 12emîn a PKK’ê ku biryara xwehilweşandin û rawestandina xebata çekdarî hate dayîn, çav li rê ne ku desthilata Tirkiyê ji hêla siyasî û yasayî ve gavan biavêje, lê heta niha ti gaveke şênber nehatiye avêtin.

Kanal8

27/05/2025