LI KUTAHYAYÊ ERDHEJ ÇÊBÛ
Kanal8 10/06/2025
AFAD'ê ragihand, li bajarê Kutahyaya Tirkiyê erdhejeke bi hêza 4,5’an pileyan çêbû.
Serokatiya Rêvberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) derbarê erdhejê de agahî parve kir.
AFAD’ê da zanîn erdhej di demjimêr 13:15’an de çêbûye.
Li gorî agahiyên AFAD’ê kûrahiya erdhejê 7,71 kîlometre ye.
Her wiha AFAD’ê got, rewşeke neyînî li holê nîne û xebatên wan ên qadê berdewam dike.
Kanal8
10/06/2025