LI LOS ANGELES'Ê QEDEXEYA DERKETINA DERVE HAT RAGIHANDIN

Sema Reşid 11/06/2025

Li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê bi rojan e xwepêşandanên ji bo piştgiriya ji bo koçberan tê lidarxistin, li navenda bajêr qedexeya derketina derva hat ragihandin.

Şaredariya Los Angelesê daxuyaniyeke agahdarkirinê belav kir ku li bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Şaredariyê ragihand ku heya agahdarkirineke din, her roj ji demjimêr 20.00'an heya demjimêr 06.00'an qedexeya derketina derva dê bê cîbicîkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê, karmendên tenduristiyê, şêniyên deverê, kesên diçin kar, rojnamegerên kartê wan ê çapemeniyê heye ne tê da, qedexeya derketina derva ji bo herkesî derbasdar e. 

Sema Reşid

11/06/2025