ŞAREDARIYEKE CHP'Ê DERBASÎ AK PARTIYÊ BÛ

Kanal8 11/06/2025

Li şûna Şaredarê Gazîosmanpaşayê yê CHP'yî Hakan Bahçetepeyê ku di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin û ji kar hatibû dûrxistin, Namzedê AK Partiyê Eray Karadeniz hat hilbijartin.

Piştî girtina şaredarên Avcilar, Buyukçekmece û Gaziosmanpaşayê, hilbijartinên wekîlên şaredariyê tên kirin.

Li şûna Şaredarê Avcilarê Utku Caner Çaykara, Şaredarê Buyukçekmece Hasan Akgûn û Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe ku di çarçoveya lêpirsîna şaredariyên CHP'ê de hatibûn girtin, wekîlên şaredariyan hatin hilbijartin.

Li şûna Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepeyê ku di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû girtin û ji kar hatibû dûrxistin, Namzedê AK Partiyê Eray Karadeniz hat hilbijartin

Li Şaredariyên Buyukçekmece û Gaziosmanpaşayê dîsa CHP bi ser ket.

Kanal8

11/06/2025