DOGAN: OCALAN DIXWAZE BI ALIYÊN KURDÎ RE HEVDÎTIN BIKE

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku Ocalan dixwaze bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mazlûm Abdî, Qubad Talebanî û Bafil Celal Talebanî re bicive.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro bi serokatiya hevserokên giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li Enqereyê civiyan.
Berdevka DEM Partiyê piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê da.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, bal kişand ser daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan kiriye û got, girtiyên ku nêzî 2 meh berê sewqî Îmraliyê hatin kirin Zekî Bayhan, Ergîn Atabey û Mahmut Yamalak in û ev nav bi salan di girtîgehê de ne û wiha got, bi xebatên xwe yên bîrdozî û wêjeyî tên naskirin û diyar kir ku bi vî awayî hejmara girtiyên li Îmraliyê bûne 7 kesan.
Her wiha Doganê da zanîn, di nav raya giştî de navê wan kesan wek sekreterya tê ziman, lê belê ew komeke xebatê ne.
Di heman demê de Doganê da zanîn ku wek partî wan plan kiriye ku di demeke nêz de serdana Ocalan bikin û wiha pê de çû: Em amadekariyan dikin ku bi şandeyek ku ji hevserokên me û endamên desteya rêveberiya navendî pêk tê re rasterast bi wî re ji bo şêwirê hevdîtinê bikin. Em ê di zûtirîn dem de serdana wî bikin."
Di berdewamiya axaftina xwe de Doganê da zanîn ku Ocalan dixwaze hin serkirdeyên Kurd re hevdîtinê bike û wiha got, "Ji ber berfirehî û giraniya pirsgirêkê em wisa difikirin ku hevdîtina birêz Ocalan bi birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Bafil Celal Talebanî , Mazlûm Abdî û Qubad Talebanî re dê sûdmend be. Em jî dizanin ku dixwaze van hevdîtinan pêk bîne."
Ayşegul Doganê da zanîn ku bi egereke mezin dibe ku Ocalan bi nûnerên aliyên siyasî yên cuda re jî hevdîtinê bike.
11/06/2025