BIRYARA PKK’Ê DIKEVE ROJEVA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ

Biryara xwehilweşandin û çekdanîna PKK’ê, li Cenevreyê kete rojeva Encûmena Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî.
Tevgera Dostaniya navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û banga Abdullah Ocalan, dixe rojeva 59’emîn civîna Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ku biryare ji 16'ê hezîran û heta 9'ê Tîrmehê li Cenevreyê bi rê ve biçe û di rapora xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku piştgiriyê bide wê pêvajoyê.
Tevgera Dostaniya navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê herwiha ,di rapora de xwe de diyar kiriye, li Tirkiyê têkoşîna ji bo naskirina maf û azadiya bingehîn a gelê Kurd meha Gulanê bi banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan û biryara xwehilweşandina PKK'ê derbasî serdemeke nû bûye û işaret bi rewşa li girtîgehên li Tirkiyê û ragirtina Serokê PKK'ê hate kirin.
12/06/2025