BARROT: ME DI NAVBERA KURD Û TIRKAN DE NAVBEYNKARÎ KIR

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, diyar kir ku wan di navbera HSD û Tirkiyê de navbeynkarî kirine û dê piştgiriya wan a ji bo Kurdan bidome.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bersiv da nameya Senator Pascal Savodelli ku di nameyê de dihate gotin, divê Fransa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tenê nehêle.
Barrot di nameya xwe de bersiva senatorî dide û dibêje Fransa Kurdên Sûriyeyê diparêze û hewldanên xwe yên dîplomatîk ên ji bo aramiya li herêmê dewam dike.
Tevahiya nameya Barrot a ji bo Senator Savodelli wiha ye:
Fransa rewşa Kurdên li Sûriyê, hevalbendên me yên dîrokî yên têkoşîna li dijî terorîzmê bi baldariyeke taybet dişopîne. Zexta giran û bi xwîn a Beşar Esad a li ser gelê xwe, ku ji sala 2011'an û pê ve dewam kir, yekser bû sedem ku gefa terora DAIŞ'ê zêde bibe. Li hemberî vê gefê, weke Fransa me di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de li gel Hêzên Sûriya Demokratîk bênavber têkoşîn meşand. Di 8'ê Kanûna 2024'an de bi ketina rejîma Esad re li Sûriyeyê hêviyeke mezin afirî. Li Sûriyeya nû divê Kurd bi rengekî tam û welatiyên wekhev beşdarî jinûve avakirina civaka Sûriyeyê bibin, xwedî nasnameya xwe bin û bi taybetî jî mafên wan ên çandî bêne naskirin.
PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ DIVÊ HEMÛ PÊKHATEYAN BIHEWÎNE
Fransa bi biryar e ku pêvajoyeke derbasbûnê ya siyasî ya aştiyane û her kesî vedihewîne. Ev nêzîkatî ji aliyê Serokkomarê me ve di 7'ê Gulanê de li Parîsê di hevdîtina bi serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şeri' de careke din hate piştrastkirin. Ev pêvajoya derbasbûnê ya siyasî divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev kom bike.
BI MAZLÛM ABDÎ RE HEVDÎTINÊN ME DOMDAR IN
Peymana pîvanî ya ku 10'ê Adarê di navbera desthilata Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hate îmzekirin, ji vî alî ve gava destpêkê ya erênî ye û bi demê re divê jinûve yekbûna Sûriyê û entegrasyona Kurdan bê pêkanîn. Weke Fransa ji bo navbeynkarî û piştgiriya bi diyalogê re me tevkarî li vê pêvajoyê kir û ji bo ev peyman bi temamî bê bicihanîn em piştgiriya xwe ya ji bo danûstandinan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de 24'ê Nîsanê li Hewlêrê min hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlum Abdî re kir û pê re timî di nava danûstandinan de me. Di hevdîtinê de me rê û rêbazên misogerkirina ewlekariya nifûsa Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.
ME DI NAVBERA TIRK Û KURDAN DE NAVBEYNKARÎ KIR
Her wiha em hewl didin entegrasyona Kurdên Sûriyê bi derdorên herêmî re misoger bikin. Di navbera Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rayedarên Tirk de me navbeynkarî kir. Di danûstandinên xwe yên bi rêk û pêk de em bang li rayedarên Tirk dikin ku kêmkirina rageşiyê teşwîq bikin, dawî li rewşa şer bînin, em bang li hemû aliyan dikin ku rêyeke lihevkirinê peyda bikin. Her wiha ji bo hevdîtinên navbera Kurdên Sûriyeyî û Kurdên li Iraqê hêsan bikin, em xebitîn.
12/06/2025