ÎSRAÎLÊ LI SÛRIYÊ LI DIJÎ HEMASÊ OPERASYON PÊK ANÎ

Kanal8 12/06/2025

Artêşa Îsraîlê şeva bihurî li başûrê Sûriyê li dijî çekdarên tevgera Hemasê operasyonek pêk anî û hejmarek kes jî girtin. 

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, artêşa Îsraîlê li navçeya Beyt Cinn ku dikeve başûrê Sûriyê li dijî çekdarên tevgera Hemasê operasyonek pêk anî û di encama operasyonê de dest danîne ser gelek cebilxane û teqemeniyan. 

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê de tê gotin, hêzên wan di operasyonê de hemejerek kes jî girtine. 

Piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed artêşa Îsraîlê bi berdewamî di nav axa Sûriyê de operasyonên leşkerî lidar dixe. 

Kanal8

12/06/2025