HPG: ARTÊŞA TIRKIYÊ DIXWAZE HÊZÊN GERÎLLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ TINE BIKE

Sema Reşid 12/06/2025

HPG’ê li ser êrişên Artêşa Tirkiyê daxuyanî da û got, “ Artêşa Tirkiyê rojên dawiyê li ser qadên me gelekî gazên kîmyewî bi kar tîne û dixwaze hêzên gerîla tine bike.”

PKK’ê di 12 Gulanê de biryara kongreya xwe ya 12’emîn a ku di navbera 3-7’ê mehê de pêk anîbû, ragihand û biryara xwehilweşandin û çekdanînê da.

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan jî ji bo pêkanîna biryarên kongreya PKK’ê guhertina xalên yasayî destnîşan kir û Parlamentoya Tirkiyê wek cihê çareseriyê nîşan da.

Tevî rojev û gotûbêjên aştiyê, HPG’ê ragihand ku êrişên Artêşa Tirkiyê ranewestiyane.

HPG’ê derbarê êrişan de got, “Artêşa Tirkiyê bi teqemeniyên xurt, gazên kîmyewî, dronên bombebarkirî û sondajan hewl didin tunelan kun bikin, bi kepçeyan ve jî dixwazin tunelan hilweşînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku Artêşa Tirkiyê li qadên wan gazên kîmyewî bikar tîne û dixwaze hêzên wan bi vî awayî tine bike.

HPG’ê diyar kir ku êriş bi taybetî li gundê Sêgirê û Girê Amêdiyê yên nêzî Amêdiyê û gundê Şêşazê yên Metînayê zêde bûne.

HPG’ê da zanîn, ger êriş ranewestin ew ê jî derbasî pozîsyona çalakiyê bibin û bersiva êrişan bidin.

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de bang li alîgirên aştî û demokrasiyê kir ku li pêşiya dewleta Tirkiyê bibin asteng ku li Metîna û Zapê çekên qedexekirî bi kar neyne.

Sema Reşid

12/06/2025